ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- HEDEP wê biryarên xwe yên li ser pêvajoya hilbijartinê bi civîneke çapemeniyê bi raya giştî re parve bike.

- Têkildarî rojnamevanên girtî Dîcle Muftuoglû, Abdûrrahman Gok û Sedat Yilmaz wê li Amed, Enqere û Stenbolê daxuyahnî bêne dayin.

- Çekeke nû ya ku gefê li hemû zindiyan dixwe, salên dawî di bazara çekan a navneteweyî de cihekî mezin girt: Drone!

- Firotin û bikaranîna komira Şirnexê meha Tîrmehê bi fermannameyekê hate qedexekirin, lê belê li navçeyên Nisêbîn, Qoser û Kerboranê weke alîkariya qeymeqamtiyan hate belavkirin.

- Têkildarî girtiyê nexweş Bişar Yazici ku meha Tîrmehê li girtîgeha Wanê jiyana xwe ji dest da, piştî bi mehan ji Dadgeha Bilind teblîgat hat. Parêzeran Dadgeha Îstînafê ji mirina Yazici berpirsyar nîşan dan.