ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Hezîrana 2020'an.

Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir, zext û zordariya ku desthilatdarî li her qadê dike, bûye sedem ku Tirkiye alarmê bide.

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê ji bo boykotkirina tûrîzma Tirkiyeyê bang kir û diyar kir, "Erdogan û çeteyên wî komkujiyan dikin. Hûn jî nebin hevparê vê yekê û tûrîzma Tirkiyeyê boykot bikin."

KCDK-E'yê ji bo meş û çalakiyên berxwedanê yên li Ewropa, Kanada, Awûstralya û tevahiya cîhanê di 6'ê Hezîranê de bên lidarxistin banga tevlîbûnê kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi dirûşma 'her der çalakî, her roj Kurdistan' em rabin ser piyan."

Waliyê Wanê û qeyûm Mehmet Emîn Bîlmez, şêniyên Wanê weke berpirsyarê belavbûna vîrûsa koronayê nîşan da.

Piştî qetilkirina George Floyd li gelek welatên cîhanê hêrsa li dijî tundiya polîsan bi carekê derkete holê. Xwepêşandan ji nerazîbûna li tundiya polîsan jî wêdetir vediguherin raperîna li dijî nîjadperestiyê.

Şopa qadeke ku tê texmînkirin a Şaristaniya Maya ye û yek ji qadên herî kevn e, li Meksîkoyê hate dîtin.