ROJEVA 4'Ê ÎLONÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Îlona 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Îlona 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.
- Nobedarên vê hefteyê yên 'Nobeda Azadiyê' ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê girtin ciwanên ji Parîsê ne. Ciwanên Kurd banga 'Xwedî li Rêberê xwe derkevin' kirin.
- Têkiliyên Tirkiye-Sûriyeyê ku bi desteserkirina Hatayê re tengav bû, bi bûyerên 1957 û lihevnekirina li ser avê û PKK'ê heta Peymana Edeneyê dewam kir. Navbera salên 1998-2011'an bûn birayên hev. Bi dijminatiya Tirkiyeyê ya li Kurdan re têk çû.
- Li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ku ji ber xemsariyê salên dawî gelek kes mirin, li şûna ku kêmasî werin çareserkirin, roj bi roj zêdetir dibin.
- Waliyê Tirk ê li Wanê Mûrat Zorlûoglû ku dest daniye ser şardariyê, bi wêneyên şaredariyên DBP'yî re propaganda xwe dike.