ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2020'Î
Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Çileya 2020'î.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Çileya 2020'î.
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên pê ve girêdayî wê bên şopandin.
Parlemeterê Partiya Çep a Swêdê Danîel Rîazat anî ziman ku partiya wan destdanîna hikûmeta Tirk a li ser vîna gelê Kurd û li şûna wê qeyûm danîn qebûl nakin.
Ji Fermandarên YJA Starê Devrîm Andok 10’ê Îlonê li eyleta Cûdî li gel 4 hevrêyên xwe şehîd ket. Devrîm Andotk a li Amedê tevlî PKK’ê bû, 22 salên bi têkoşînê derbas kir.
Dayika Aştiyê ya Geverî Naciye Îke a 20 sal temenê xwe ji bo aştî û diyarkirina berpirsên ciwanên hatine qetilkirin da rehmet kir, yekane daxwaza wê ‘berî bimire pêkhatina aştiyê’ bû.
Şopandina çalakiyên Dayikên aştiyê û xizmên windayan.
Serokê DYE’yê Donald Trûmp diyar kir ku bi kuştina Qasim Silêmanî ne pêşîvekirina şerekî nû belkû ‘dawîkirina şerekî nû’ bû, lê gelek welat û sazî nirxandinên cuda dikin.