ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 31'ê Kanûna 2019'an.

Bûyerên dawî yên ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bên şopandin.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk destnîşan kir, Rojhilata Navîn ku navenda krîzê ye dikare bibe navenda çareseriyê û ev yek jî tenê bi modela Konfederalîzma Demokratîk a Ocalan dibe.

Dema ku mirov bala xwe bidin ser rewş û bûyerên di sala 2019'an de li Sûriyeyê qewimîn, berfirehbûna destwerdana hêzên navneteweyî û herêmî, israra rejîmê ya di sîstema berê de nîşan didin ku hîn dûrî çareseriya siyasî ye.

Encama hevdîtinên Cenevreyê ku her carê bêyî Kurdan hate kirin, ne yênli dora maseyê lê belê yên li qada şer bi ser ketin diyar kirin.

Lêkolîner Ahmet Atta bi bîr xist ku bi fermana Erdogan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çeka kîmyewî hatiye bikaranîn û got, "Erdogan plan dike ku çeteyên cîhadîst derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Dibe ku careke din çeka kîmyewî bi kar bînin."

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê ji bo sala nû peyamek weşand û diyar kir, "Di vê pêvajoya dîrokî de em tê de ne, hevrê û malbatên şehîdan wê herî kêm bi qasî şehîdan bi berpirsyarî û hişmendiyeke mezin tevbigerin, xwedî li xewn û xeyalên şehîdên me derkevin ku temînata yekîtiya me ya neteweyî ye û li ser vê bingehê sala 2020'î wê bibe sala azadiya welat û hevdîtina Rêbertiyê azad. Li ser vê bingehê em soza xwe ya ji bo şehîdên xwe careke din dubare dikin.

Çalakgerên hefteya 393'an ên Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' gotin, "Rojekê wê roj li me jî hilê, ya girîng ew e ku em ji sekna xwe ya qewîn tawîzê nedin."

Pêşmergeyê berê Abdullah Yusuf Silêman got: "Divê Kurd vê serdema dîrokî û krîtîk baş binirxîne û li gorî demê tev bigerin. Ez bang li tevahiya partî û rêxistinên Kurdan dikim ku guh bidin daxwaza gel ya yekitiyê."