ROJEVA 31'Ê GULANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 31'ê Gulana 2019'an.

- Rewşa piştî grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatin, wê were şopandin.

- Yek ji girtiyên ku ji bo bidawîbûna tecrîdê kete rojiya mirinê Sena Efe ye. Efe diyar kir, rêveberiya girtîgehê nahêle ew bên tedawîkirin.

- Mûrat û Sûat Şîmşek ku birayên hev in, di nava koma destpêkê ya greva birçîbûnê de bûn. Dayika wan Bedîa Şîmşek got, "Me soz dabû 8 canên ji dest dan ku vê çalakiyê bi ser bixînin. Me soza xwe bi cih anî."

- Îhsan Bûlût li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Wanê 136 rojan di greva birçîbûnê, 28 rojan jî di rojiya mirinê de ma. Îhsan Bûlût got, "Berxwedan û biryardariya dayikan em bi ser xist."

- Suryanî dixwazin milk û gorên dêr û keşîşxaneyên wan ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine desteserkirin li wan bên vegerandin.

-Hate îdîakirin, Elmanya wê bi balafirên xwe yên Tornado yên li Urdunê piştgiriyê bide 'herêma bi ewle' ya ku DYE plan dike li Rojavayê Kurdistanê ava bike. Piştî vê îdîayê bala her kesî çû ser serdana Pompeo ya îro li Berlînê pêk bîne.

- Li Fîlîpînê di sedsala dawî de beşeke mezin a daristanan ji holê rabû. Bi rêya qanûnekê li xwendekaran tê ferzkirin ku daran biçînin.