ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2021'Ê

Çend ji sernavên rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a li girtîgehan wê şopandin, ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê.

Berdevkê Saziya Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku hovîtiya dewleta Tirk a dagirker a li Efrînê roj bi roj zêde dibe û got, "Bêdengiya navneteweyî bû sedem ku hovîtiya dagirkeran zêde bibe."

Yûsûf Bor ku piştî kete girtîgehê destûr nehate dayin ku tedawiya çavên wî dewam bike, nema dibîne. Bor ji sedî 94 êdî nabîne. Bor got, "Êdî nabînim. Zilm li girtiyan hemûyan tê kirin."

Parêzvanên mafên mirovan û zanyarên Ewropî, ji bo betalkirina biryara darvekirina Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er, nameyek ji Nêçirvan Barzanî re şandin.

Ji rojnameyên sereke yên Elmanyayê Frankfûrter Allgemeîne Zeîtûng (FAZ) bang li rêveberiya Berlînê kir ku hêza paramîlîter a dewleta Tirk 'Ulkucu' qedexe bike.

Ji fermandarên Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê Tumgeneral Halît El Mahjoûb got, "Hikumeta Tikr a bi desthilatdariya AKP'ê, bi rêya rêxistinbûna 'Îxwan' hewl dide armancên xwe yên li Lîbyayê pêk bîne."

Sara Elî Xelîl dayikeke ciwan e ku çar zarokên xwe hene. 16 salên xwe yên dawî diyarî şoreşa Kurdistanê kiriye. Di şerê Kobanê de tevî hevserê xwe xizmet li eniya paş kir. Hevserê Sara Mahmût di Komkujiya Kobanê de şehîd bû..."

Herêm Nêrgiz li nava malbateke muzîsyen hîn di temenekî biçûk de balê wê çû ser Dengbêjiyê. Niha distirê, dengbêjiyê dike û li tembûrê dixe.