ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 30'ê Kanûna 2019'an.

Bûyerên dawî yên ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bên şopandin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik anî ziman ku polîtîkayên zext û zilmê yên dewleta Tirk roj bi roj zêde dibin û got, tevgera Kurd wê di sala nû de têkoşîneke hîn xurt bimeşîne.

Li gorî helbestvanê Nîjeryayî Haward Kurd û gelê Berberî Tûareg dişibin hev. Helbestvan Anasatassîa Polîtî li ser Rojava helbest nivîsî.

Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn asta heyî ya binpêkirina mafên mirovan li Tirkiyeyê weke rewşeke felaketê pênase kir û bi bîr xist ku tevî zext û zordariyê jî berxwedan dewam dike. Keskîn got, "Em bê çare nîne, em neçar in bi wêrekî tevbigeirn."

Şerê navxweyî yê Sûriyeyê, hilweşîn û êşa giran 9 sal li pey xwe hiştin. Di hevdîtinên neserketî yên Cenevreyê de li şûna berjewendiyên gelên Sûriyeyê, berjewendiyên dewletan derdikevin pêş.

AKP'ê qadên şênkahî û parkên li Wanê ji nû ve difiroşe. Zeviyê nexweşxaneya dewletê ya berê û Parka Serweriya Millî ji aliyê TOKÎ ve tên firotin.

Li gorî anketekê ya li Elmanyayê hate kirin, piraniya kesên ku bersiv dan pirsa "Hûn ji kîjan lîderî ditirsin?" gotin, Serokê DYE'yê Trûmp û Serokkomarê Tirk Erdogan.