ROJEVA 30'Ê GULANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 30'ê Gulana 2019'an.

- Rewşa piştî grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatin, wê were şopandin.

- Seroka TÎHV'ê Pispora Tipa Edlî Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci got, veguhastina girtiyên dawî li grevên birçîbûnê û rojiya mirinê anîne ji bo nexweşxaneyan, veguheriye êşkenceyê.

- Serokê Şaxê Edeneyê yê ÎHD'ê Îlhan Ongor diyar kir, ew bi girtiyên li girtîgehên Çûkûrovayê re hevdîtinan dikin û got, tedawiya girtiyên ji greva birçîbûnê derketine bi derengî tê kirin.

- Li bajarên Bakurê Kurdistanê bêkarî gihaştiye asta 80 ji sedî. Desthilatdariya AKP-MHP'ê li bajarên Kurdan ji bo 'razemeniya nû' girtîgehan çêdike. Bedlîs jî yek ji van bajaran e.

- Hate ragihandin, dewleta Tirk a dagirker ji bo dagirkeriya xwe ya li herêma Bradostê mayinde bike, leşkerên xwe berdaye nava xaka Rûbarokê.

- Şîrketa petrolê ya Fransayê Total tê sûcdarkirin ku li kevntirîn parka xwezayî ya Efrîkayê cihêrengiya biyo tine kiriye.