ROJEVA 30’Ê ADARA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê

-Kampanyaya DEM Partiyê ya hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.

-Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.

-Li Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên xizmên windayan wê bên şopandin.

-KCK’ê komên ku li Belçîkayê êrîşî Kurdan kirine weke “DAÎŞ a Tirk” pênase kir û diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê li pişt êrîşan e. KCK’ê bang li gelê Kurd jî kir ku ji dervey çalakiyên demokratîk serî li ti rêyên cuda nedin.

-Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr bang li gelê Bedlîs û navçeyên wê kir ku li dora DEM Partiyê bibin yek û got: “Em careke din biçin ser sindoqan û dengê xwe bi xwe bidin bihîstin.”

-FED-GEL’ê diyar kir ku divê yekane rojeva gelê Kurd pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ be û destnîşan kir ku divê li dijî yên ku dixwazin gelê Kurd krîmînalîze bikin, bi tarzê çalakiyên demokratîk bersiv bê dayîn.

-Hevserokên Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo dostê Kurd Mîchalîs Charalampîdîs ku berî du rojan jiyana xwe ji dest da, wiha got: “Em ê bîranînên Mîchalîs Charalampîdîs di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de bidin jiyîn û her tim wî bi bîr bînin.”

-Ji Hevserokatiya Dersimê ya DEM Partiyê Ozcan Gurtaş li dijî polîtîkayên şerê taybet û asîmîlasyonê bang li gelê Kurd kir ku sindoqan biparêze û xwedî lê derbikeve.