ROJEVA 30'Ê ÇILEYA 2021'Ê
Çend ji sernavên rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Çend ji sernavên rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger wê were şopandin ku ji bo bidawîkirina tecrîdê û binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan pêk tê.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ê diyar kir ku siyaseta qirêj a dewleta Tirk û PDK bi hev re dikin, ji bo gelê Kurd xeteriyek mezin ava kir, ev bang kir; Divê PDK soz bide ku sîxûriya Tirkiyeyê neke. Xizmeta siyaseta qirkirinê neke.
Ji bo hilbijartinên ku wê meha Adarê li Hollandayê pêk were jinek Kurd jî xwe namzet diyar kir. Sosyolog Serpîl Ateş a ji çepên kesk namzetiya xwe diyar kiriye, bang li hilbijêrên Kurd kir.
Hevserokê ÎHD’ê Ozgurk Turkoglu yê ku serdana heyeta CPT’ê ya ji bo Tirkiye û neçûna Îmralî nirxand, diyar kir ku yên li pêşiya hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dibin asteng, li Tirkiyeyê li pêşiya aştiyê jî asteng in.
Parlementera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag, diyar kir ku wê rêxistina ciwanan a partiya wan ji ber zextan gav bi şûnve neavêjin, di serketinê de kilîd bûne.
Gerîlayê HPG’ê Çiya yê ku anî ziman ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û tiştek bi neynoka girtiyan neyê, bal kişand ser girîngiya tevlîbûna têkoşînê û got: “Em hemû berpirs in.”
Xirvatîstan yasayên Yekîtiya Ewropayê binpê dike û dixwaze 17 penaberên Kurd dersînor bike.
Tevî destpêkê kampanya Rêxistina Efûyê û gelek saziyên civaka sivîl jî Elmanya koçberê Kurd Ebrahîm Abdî Jenekanlo radestî Îranê kir.
Çalakiya Xizmên Winda û Dayikên Şehîdan bê şopandin.