ROJEVA 3'Ê SIBATA 2021'Ê
Nûçeyên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Nûçeyên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger wê were şopandin ku li dijî tecrîda li Îmraliyê û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan tê lidarxistin.
Sendîkayên Îtalyayê COBAS, CUB û UNICOBAS tevlî kampanya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûn û name ji Neteweyên Yekbûyî re şandin.
Kelîme Şewket Aldemîr a ji Kobanê, yekane jin e ku di dema şer de bi navê Saziya Malbatên Şehîdan li Kobanê ma. Birayê wê Şahap di destpêka salên 1990'î de li Bedlîsê şehîd bû. Birayekî wê jî 30 sal in di nava Tevgera Azadiyê de têkoşîna xwe dewam dike. Tevî Kelîme 3 mêrên din di nava heman komê de hene. Ew jî xizmên şehîdan e. Yek jê bavê şehîd e, du jî birayên şehîd in. Komek ji çar kesan e. Wezîfeya wan jî ew e ku şehîdan ji rêwîtiya bêdawî re amade bikin.
Dîcle Anter bi bîr xist ku 18 meh mane pêvajoya 'dem di ser re derbas bûye' li dozê bê ferzkirin û anî ziman, ku bi vê bahaneyê hewl tê dayin doz bê girtin.
Li bajarê Aydin ê Tirkiyeyê mezin bûbû, lê belê jineke Kurd bû. Bi ser zor û zehmetiyan ve diçû û çareserî diafirand. Dixwest xwe bigihîne Botanê. Xwe gihand, lê têkoşiya û şehîd bû.
Esnafên Êlihê diyar kirin ku krîza aboriyê ya ji ber polîtîkayên şer ên hikumeta AKP'ê rû da, roj bi roj mezin dibe û gotin, "Dikan qaşo vekirî ne, lê belê tevahiya rojê em nikarin tiştekî bifiroşin. Bi vî rengî dewam bike em ê dikanên xwe bigirin."
Li Îtalyayê, danûstandinên ji bo avakirina hikumeteke nû ya koalîsyonê ya bi serokwezîrtiya Giuseppe Conte bi ser neket. Li gorî agahiyan, serokê berê yê Bankaya Navendî ya Ewropayê ji aliyê Serokkomar ve hatiye vexwendin.
Li Ewropayê ku ji pêncan, parek nifûsa wê di nava metirsiya xizaniyê de ne, hişyarî tê dayin ku bandora bingehîn a krîzê wê ber bi dawiya salê ve girantir bibe.