ROJEVA 3'Ê ADARA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd wê bi ser nekevin û got, "Tevgera demokrasiyê ya Kurd, hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê divê ji xwe bawer bin."
Endamê Meclîsa PJAK’ê Mezlûm Heften: Êdî pêwîste ku gel û pêkhateyên civaka me dakevin qadan û bi xwe çavdêrî û lêpirsîn bike, li gorî wê hesab ji partî, sazî, pêşeng û nûnerên xwe bixwaze; dema wisa bibe wê demê rewş û encam wê biguhere.
TJK-E'yê bi wesîleya 8'ê Adarê ji bo çalakiyên li Ewropayê banga tevlîbûnê kir.
Çalakiya Nobedê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê pêk tê, bi koma Kurdistaniyên ji bajarê Drancy dewam dike
Ji bo Halîl Şen ê li dijî komploya navneteweyî di 12'ê Sibatê de li bajarê Dresdenê yê Elmanyayê bedena xwe da ber agir, îro wê li Dresdenê merasîma cenaze bê lidarxistin.
Seyda: Yekîtî pêwîst e, kengî gelê Kurd bû yek hingî destketiyên mezin bidest xistiye. Ti carî dewletên desthilatdar nexwestiye yekitî di nava Kurdan de çêbibe.
Eşkere bû Facebookê di sala 2018'an de dema ku dewleta Tirk ji bo dagirkirinê êriş bir ser Efrînê, bi dewleta Tirk re li hev kir û sansur danî ser YPG'ê.
Hejmara îmzeyên di çarçoveya kampanya "100 sedem û 100 hezar îmzeyên ji bo darizandina dîktator" tên komkirin, gihîşt 96 hezar îmzeyî.
Koma Awazên Çiya li ser berxwedana Garê klîbek amade kir.
Li ser tunebûna Neandertalan heta niha gelek teorî hatin bilêvkirin. Zanyarên Îngiliz jî îdîa dikin ku guherîna ku ji nişka ve li cemserên manyetî çêbû, bû sedema tunebûna Neandertalan.