ROJEVA 3'Ê ÎLONÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Îlona 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Parlamentera HDP'yî Pero Dundar got, tevî ku mûxatab derneketiye holê jî wê têkoşîna Dayikên Şemiyê mezintir bikin û destnîşan kir ku dewlet ditirse.

- Sewalkarên li Wanê ji ber krîza aboriyê di Cejna Qurbanê de jî nekarîn heywanên xwe bifiroşin.

- Serokê Tevgera Nûbûnê ya Kurdistanê Qasim ji bo Festîvala Çanda Kurd banga tevlîbûnê kir û got, "Em li bendê ne ku gelê me bi coş û kelecaneke mezin tevlî festîvalê bibe."

- Li Şîliyê, 700 hezar masiyên somon ên ji bo xwarinê dihatin xwedîkirin, piştî ku bahozek rabû ji birkê reviyan.

- Rizgarker Cemal Candorûk bal kişand ser zêdebûna bûyerên fetisandinê yên li Çemê Dîcleyê û got, "Divê li qiraxên çem timî rizgarker hebin. Ya herî girîng jî; pêwîste gel bê perwerde û agahdarkirin."