ROJEVA 3'Ê ÇILEYA 2020'Î
Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Çileya 2020'î.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Çileya 2020'î.
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên pê ve girêdayî wê bên şopandin.
TJK-E'yê bi wesîleya salvegera komkujiya 9'ê Çileyê daxuyaniyek weşand û diyar kir, "Ji Sarayan heta Hevrînan em ji bo azadiyê li ber xwe didin, ji edaletê em li ser piyan e."
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl bûyerên siyasî, leşkerî, dîplomatîk û neteweyî yên sala 2019'an ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANF'ê re nirxand û got, "Em plan dikin ku projeya me ya Neteweya Demokratîk di sala 2020'î de ji aliyê her kesî ve bê naskirin. Divê her kes rastiya vê projeyê bibîne. Karê me wê ji niha û pê ve hîn bi berfirehî bê meşandin."
Li Colemêrgê tevî ku nêçira heywanên çolî qedexe ye, leşker û cerdevan guh nadin vê qedexeyê.
Sarah Handelmann yanî Sara Dorşîn, di 7'ê Nîsana 2019'an de di êrişa hewayî ya artêşa AKP'ê de ala azadî û edaletê radestî hevrêyên xwe kir.
Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD û Parlamenterê HDP’ê Mûsa Farisogûllarî anî ziman ku di sala 2020’an de wê li gel gelan, eniya şereşgerî xurt bikin û tecrîdê bişkînin û ev sal bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.