ROJEVA 3'Ê ÇILEYÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Çileya 2019'an.

- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan: Ya em ê di nava bêrûmetiyê de winda bibin, ya jî heq bikin ku bi nasname, ziman û çanda xwe li ser xaka xwe bi rengekî azad bijîn. Em neçar in ku bi ser bikevin.

- Fermandara YPJ'ê Newroz Ehmed, biryara DYE'yê ya vekişandina leşkerên xwe ji Sûriyeyê nirxand û got, "Em ê bi hêza xwe li ber êrîşan rabin û her şêwe êrîşan têk bibin."

- Çalakiya 'Nobeda Azadî ji Ocalan re' di hefteya 341'ê de ye. Çalakgerên nobedê diyar kirin ku di sala nû de wê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Ocalan mezin bikin.

- Me encamên girîng ên bîlançoya sala 2018'an a HPG'ê nirxandibûn. Di vir de çend xisûs hene ku balê dikişînin. Bi taybetî, Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan di daxuyaniyên xwe yên çapemeniyê de işaret bi hewldanê ji bo afirandina gerîlatiya sedsalê dikir. Her wiha pêngavên nû yên taktîkî ku weke parçeyek ji vê hewldana nû ketin rojevê.

- Dewleta Tirk, ji bo dagirkirina Minbicê di nava Washîngton û Moskowayê de diçe û tê. Di rewşeke wiha de herêma Îdlibê ku dewleta Tirk garantorê wê ye, tevlîhev bû. Hewldanên êrîşî yên dewleta Tirk ên li ser Minbic û Erîmayê jî dewam dikin.