ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2020'Î

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Wezîrê Karên Derve yê berê jî di nav de gelek kesayetên Danîmarkî, têkildarî aloziya ku li Başûrê Kurdistanê rû da bang li lîderên Kurdan kirin ku bi berpirsyarî tevbigerin.

Hişyar Ozsoy ê HDP'î bal kişand ser nîqaşên pêkanînan ên li DYE û Yekîtiya Ewropayê û destnîşan kir ku zexta li ser Tirkiyeyê wê giran bibe.

Keça Kurd Asmîn a li Fransayê, ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re name nivîsî. Asmîn ji 7 salî ve nameyan ji Abdullah Ocalan re dinivîsîne.

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li qada navneteweyî, zêdeyî sê milyar mirov nikarin bi hêsanî xwe bigihînin çavkaniyên avê.

Testa xwînê ku dikare zêdeyî 50 cûreyên kanserê tespît bike, bi rengekî girseyî li Îngilistanê wê bê ceribandin.

Çîn ku dixwaze ji îmaja 'sergoyê cîhanê' rizgar bibe, deranîna bermahiyên hişk ji 1'ê Çileyê û pê ve teqez bi dawî dike.