ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 29'ê Mijdara 2019'an.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bên şopandin.

Çalakiyên li dijî êrişên dagirkeriyê yên werin şopandin.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk got, "PKK wê li dijî êrişan hemûyan, têkoşîna xwe ya ji bo parastina hebûna gelê Kurdistanê hîn bi xurtî bimeşîne."

KCDK-E'yê li dijî modernîteya kapîtalîst ku xwezayê talan dike bang kir ku her kes tevlî greva avhewayê ya global bibe û destnîşan kir, "Di vê rojê de ku li xapandina 'Black Frîdayê' rast hatiye, wê talankeriya sîstema kapîtalîst bê teşhîrkirin."

Li gorî rapora pisporên meclîsa Elman, di êrişa dagirkeriyê ya dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de çeteyên ser bi artêşa Tirk rêbazên DAÎŞ'ê xistine bîra mirovan.

Berçem Amed (Miyaser Marangoz) ku yek ji fermandarên YJA Starê bû di 27'ê Mijdara 2010'an de li Amedê şehîd bû. Hevrêyên wê qala taybetmendiyên wê yên fermandariyê û kesayetiya wê ya ji êgir kirin.

Bexçeyên Hevselê ku li Amedê 8 hezar sal in çandinî lê tê kirin û di lîsteya Mîrateya Çandê ya Dinyayê ya UNESCO de ye, xwe bi rengê payîzê xemilandiye.
 

Parlamenterê HDPê yê Amedê Îmam Taşçier diyar kir ku ziman û çand stûna bingehin a
neteweyan e û got: “ Weke HDP’ê dê li Kurdistanê ji bo pêşketina ziman û ji bo ziman bibe
zimanê fermî, her wiha li Tirkiyeyê jî ji bo zimanê bi xeteriyê re rû bi rûne dê xebatan bidin
destpêkirin.”