ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 29'ê Kanûna 2019'an.

Bûyerên dawî yên ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bên şopandin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bal kişand ser berxwedana gelê Kurd a li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û got, "Berxwedana Kurdan ji bo her kesî bû hêvî. Gelên dinyayê xwedî li vê berxwedan û şoreşê derketin."

Di hilbijartinên xwecihî yên 2019'an de tevî ku gelê Wanê dengê xwe da HDP'ê, hikumeta AKP'ê dest danî ser temamiya 10 şaredariyên HDP'î.

Grevên li sektora veguhêziyê ya li Fransayê di roja 24'an de ye. Ji sala 1995'an ve greva herî demdirêj a li rêyên hesinî ye.

Endama Meclîsa leşkerî ya Dêra Zorê  û Fermandara YPJ’ê Lîwa Ebdullah sala 2019'an nirxand û destnîşan kir ku bi rêxistinbûna xurt a jinan wê di sala 2020'î de dagirkerî têk biçe.