ROJEVA 29'Ê GULANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 29'ê Gulana 2019'an.

- Rewşa piştî grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatin, wê were şopandin.

- Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku li ber avahiya Konseya Ewropayê pêk tê, vê hefteyê ji aliyê koma Kurdistaniyên ji Mainzê ve tê domandin.

- Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk diyar kir, şert û mercên heyî nîşan didin ku Tirkiye bi vî rengî êdî nabe û anî ziman, ku Ocalan bal kişand ser rêya lihevkirin, diyalog û danûstandinan.

- Serokê SES'ê Şaxê Edeneyê Mûzaffer Yuksel nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên rêveberiyên girtîgehan da ku digotin, 'tedawiya girtiyan wê li revîreya girtîgehan bê kirin' û got, tedawiya çalakgeran ne li girtîgehê, divê li nexweşxaneyê bê kirin.

- Federasyona Meclîsên Jinên Êzidî yên li Elmanyayê giliyê hikumeta federal a Elman kir, ji ber ku çeteyên DAÎŞ'ê yên Elman ên di destê YPG'ê de ne venagerîne Elmanyayê û xwe nade ber darizandina wan.

- Di doza êrîşa zayendî de ya li dijî jineke ciwan a astengdar hate kirin, ceza hate birîn.