ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2021'Ê

Çend ji sernavên rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger wê were şopandin ku ji bo bidawîkirina tecrîdê û binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan pêk tê.

Parêzer Cahît Ertan, ji bo greva birçîbûnê ya li girtîgehê derbasî qonaxeke cuda nebe, diyar kir ku divê hikumet gavê biavêje.

Zozan û Hîwa heta dawiya şer ji Kobanê derneketin. Di dema şer û piştî şer jî 9 mehan bi şervanên YPG û YPJ'ê re man û xizmet ji şoreşê re kirin. Kincên birîndaran û şehîdan bi mehan şuştin, di germa çolê de bi ava cemidî xwîna wan şuştin. Di bin êrişên sûîqestê yên çeteyên DAÎŞ'ê de ew kinc raxistin û piştre ji şervaneke/î din ê li eniyê re şandin.

HBDH Ewropa: Em bang li gelên xwe, hêzên pêşverû û şoreşger dikin ku ji bo bidawîkirina tecrîdê, têkoşînê mezin bikin û bi piştgiriya grevên birçûbûnê bikin ku rejîma faşîst paşve gavê biavêje.

Pereyê ku Elmanya ji bo 'Kembera Tirk-DAÎŞ'ê ji saziyên Tirkan re dişîne, digihêje ber destê ÎHH.

Parlamenterên HDP'ê Hişyar Ozsoy û Feleknas ûca, têkildarî tecrîdê, greva birçîbûnê ya li girtîgehan û biryara DMME'yê ya li ser Demîrtaş, bi nûnerên saziyên Ewropayê re hevdîtin kirin.

Li eyaleta Georgîa ya DYE'yê, azot ji ber febrîqeyeke xurekê çû. Di encamê de gelek kes mirin.