ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 28'ê Kanûna 2019'an.

Bûyerên dawî yên ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bên şopandin.

Karayilan: Em Kurd xwedî gelek derfetan e, derfetên me yên dîplomatîk, siyasî û leşkerî hene. Em jî dikarin cihekî ji neteweya xwe re vekin. Eger em dîroka xwe ya heyî dubare bikin hingî nifşên piştî me wê tuf li gora me bikin.

Çalakiyên ku bi wesîleya komkujiya Roboskî bên kirin wê bên şopandin.

Encu yê HDP'î bi wesîleya salvegera 8'an a Komkujiya Roboskî axivî û got, "Dewletê, ji girtinê heta cezakirinê hewl da ku me di nava mekanîzmaya darizandinê de lawaz bike û bi vî rengî me ji têkoşîna me vekişîne."

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Pêşverû Ferhad Derwêş got, "Tenê bi yekîtiya neteweyî em dikarin êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wan rawestînin."

Berfa li Kurdistanê li gel astengkirin û asêkirina rêyên gundan, her wiha herêm xemiland.

Yek ji gerîlayên YJA Starê Bêrîtan Botan êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Heftanînê nirxand û got, "Em soz didin ku di sala 2020'î de em ê djimin li xaka Kurdistanê têk bibin."

Xizmên windayan mîna her Şemiyê îro jî ji bo li aqûbeta xizmên xwe bipirsin wê çalakiyê bikin.