ROJEVA 28’Ê COTMEHA 2019’AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 28’ê Cotmeha 2019’an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 28’ê Cotmeha 2019’an.
Bûyerên dawî yên der barê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bên şopandin.
Çalakiyên ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk wê werin şopandin.
Şervana Ermen Tamara Sarkîs: Me nekarîbû dayiktiyê ji zarokên xwe re bikin, li dijî DAÎŞ’ê me gelên dinyayê hemû parastin. Niha jî Tirk ji me re dibêjin ‚terorîst‘ û zarokên me qetil dikin. Hûn çima ji vê re dibin hevpar?
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli ku di talankeriya qeyûm de ji wezîfeyê hate dûrxistin, diyar kir ku yên ji bo tinekirina Kurdan ketine nava tarîtiya Rojhilata Navîn wê bi xwe tine bibin.
Xwendekar Roxana Qûîspe Collantes a ji Perûyê, bi zimanê Qûechûa ku zimanê Înkayane û li herêma Andesê bi milyonan kes pê diaxivin doktora xwe nivîsand.
Li Iraqê xwepêşandanên ku di 25’ê Cotmehê de ji nû ve dest pê kirin didomin.
Di hilbijartina Eyaleta Thuringen a Elmanyayê de Partiya Çep bi ser ket. Partiya nîjadperest AfD’ê bû duyemîn, partiyên CDU û SPD’ê dengê xwe kêm kirin.