ROJEVA 28'Ê ADARA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Mîtîng û civînên DEM Partiyê yên ji bo hilbijartinên xwecihî wê bêne şopandin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan beriya hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê daxuyaniyek da û bang li xelkê Riha û Botanê kir ku dengê xwe bide xwe.

Parlamenterê Îdirê yê DEM Partiyê Yilmaz Hûn li dijî tifaqa qirêj a bi serkêşiya desthilatdariya AKP-MHP'ê bang li gel kir ku dengê xwe bi kar bîne û ewlekariya dengan pêk bîne.

Li Êlihê ku ji sala 2020'î ve ji aliyê qeyûm ve hatiye desteserkirin, gel bi biryar e ku piştgiriyê bide DEM Partiyê.

Namzetê DEM Partiyê yê ji bo Hevşaredariya Qoserê Zeynî Îpek anî ziman ku dema wan Şaredariya Qoserê bi dest xistin, wê ji bo jin û ciwanan derfetên kar zêde bikin.

Parlamentera Swîsreyî Laûrence Fehlmann Rîelle diyar kir ku Abdullah Ocalan Mandela yê vê demê ye û destnîşan kir ku ji bo têkoşîna li dijî tecrîda li Îmraliyê divê civaka navneteweyî bikeve nava liv û tevgerê.

"Girtî dixwazin meseleya Kurd bi rengekî demokratîk bê çareserkirin. Dewlet jî divê ji bo çareseriyê gavên pêwîst biavêje. Heta ku neyê çareserkirin wê greva birçîbûnê dewam bike."