ROJEVA 28'Ê ADAR 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd AbdullahOcalan wan ti agahî negirtine û got, "Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêbertî û misogerkirina azadiya wî, divê têkoşîn hîn bêhtir bê xurtkirin."
Partiya Antî Kapîtalîst a Fransayê, serdegirtina polîsên Fransayê û girtina Kurdan şermezar kir.
Fîlmê "Ji bo Azadî" wê karibe li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li gel jêrnivîsa Tirkî bê temaşekirin.
Di Konrgeya Herêma Uppsala ya Partiya Çep a Swêdê de êrişên dewleta Tirk ên li ser HDP'ê hatin şermezarkirin û delegeyan dowîzên bi nivîsa "Destên xwe ji HDP'ê vekişînin" hildan.
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier diyar ki rku desthilatdarî dikare bi destê dadgeriyê HDP'ê bigire, lê belê wê encama dixawze bi dest nexe. Taşçier got, "Eger bi êrişa li ser Kurdan dixwazi hilbijartinê bikin, wê Kurd dersa duyemîn bide wan."
Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Guler Tûnç anî ziman ku li Tirkiyeyê êdî hemû qanûn li gor qanûnên ‘kesekî’ tên amadekirin û got: “Kesên li hember vê yekê derdikevin jî wek dijmin tên pênasekirin. Hişmendiya desthilatdar ji bo avakirina civakeke li gorî xwe jinan wek astengiya herî mezin dibîne. Hemû qanûnên xwe li gorî parastina mêrên tecawizkar, tacîzkar, tundewar û hwd. dîzayn dike. Bi vî awayî rasterast jin kirin hedef.”