ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Li navçeya Çelê ya Colemêrgê ku cihekî biçûk e, hejmara qursên Quranê zêde dibin.

- Gelên xwecihî yên Brezîlyayê ku gefeke mezin li ser warê wan heye, ji her demê bêhtir bala xwe çûye ser siyasetê. Di hilbijartinên 2'ê Cotmehê de ji 45 komên gelên xwecihî 180 kesî xwe ji bo parlamenteriyê kirine namzet.

- Hate ragihandin ku li Hindistanê mamosteyekî ji ber şaşitiya nivîsê xwendekarekî Dalîtê qetil kiriye.

- Li gorî lêkolînekê metirsiya tunebûnê li ser zêdeyî hezar cûreyên dara palmiyeyê heye.