ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2021'Ê

Çend ji sernavên nûçeyên sereke yên Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger wê were şopandin, ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.

Siyasetmedarê Kurd Mehmed Emîn Pencewînî diyar kir ku Erdogan bi desteserkirina qadên petrolê yên Kurdistanê û tasfiyekirina PKK'ê re dixwaze xewn û xeyalên xwe pêk bîne, lê belê wê nikaribe bi ser bikeve.

Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Bîrdal diyar kir ku tecrîd û grevên birçîbûnê divê xala destpêkê ya rojeva welêt be û pêşniyar kir ku konferanseke aştî û demokrasiyê bê lidarxistin.

"Her roj me xwarin çêdikir, kinc dişuşt, şehîd vedişart, birîndar derman dikir, kinc ziwa dikir û digihand eniya şer. Lê belê nayê bîra min me rojekê got 'em westiyan'."

Neteweyên Yekbûyî ku li pêşberî qetilkirina bi deh hezaran mirovên ji gel û gerîlayên Tamîlê bêdeng mabû, niha jî dixwaze sûcên li dijî mirovahiyê yê şerê navbera 2008-2009'an ên li Srî Lankayê li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bên darizandin.

Krîza aborî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê roj bi roj giran dibe. Krîzê vê carê bandor li şîr, rûn û penêr kir.

Li Îranê ku bi her cûreyî tundî li jinê dike, jin her roj tên kuştin û bi bêdengî tên veşartin. Kes ne nav ne jî qîrîna wan jinên hatin qetilkirin dibihîze.