ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 27'ê Nîsana 2018'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê wê bên şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Efrînê wê werin şopandin.

- Xweranegirtina polîsên eyaleta Bayernê ya li alên YPG/YPJ'ê bi rengekî bêsînor dewam dike. Rayedarên emniyetê bi xwe ragihandin ku tevî zext û lêpirsînan jî piştgiriya ji bo YPG'ê didome.

- Geliyê Zîlan tevî şopên êş û komkujiyê jî ji bo gelê Kurd tê wateya jinûve vejînê, bereketê.

- Baxçeyên Hewselê yên ku di navbera Sûrên dîrokî û Çemê Dîcleyê de ye, Amed di serî de pêdiviya sebzeyên bajarên wekî Riha, Êlih, Bedlîs, Şirnex, Sêrt, Mûş û Wanê bi cih tîne.