ROJEVA 27’Ê MIJDARA 2021’AN
Li Kurdistan û dinyayê nûçeyên derketine pêş.
Li Kurdistan û dinyayê nûçeyên derketine pêş.
--Êrişên artêşa Tirk û PDK’ê wê were şopandin.
--Nasnameya Kurdan û daxwaza jiyana azad a ku tu mîsogeriya wê ya qanûnî, ekonomîk û polîtîk û parastinê tune, dibe ku ji aliyê dijminên wê were têkbirin û li ser wê qetlîam were kirin. Ji ber vê divê PKK ji niha û şûnde rola xwe ya pozîtîf bi serkeftî pêk bîne -Adullah Ocalan
-Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemil Bayik diyar kir di sala 44’an de hedefa wan hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê ye û got, ‘’Jixwe niha faşîzma AKP-MHP’ê bi wê tirsê ye ku her gav hilweşe. Em dixwazin vê tirsê bikin rastî.’’
-Hunermendên Efrînî ji bo salvegera demezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hestên xwe anîn ziman û diyar kirin, 27’ê Mijdarê roja berxwedan û çespandina nasnameya Kurdî ye.
-Serokê berê yê Lînksjugendê Tom Krûmel got qedexeya li ser PKK’ê biryareke siyasî ye û divê dewleta Elman qedexeya li ser PKK’ê rake.
-Karayilan diyarkir gerîlatiya dema nû asteke nû bi dest xistiye, di şerê vê salê de ev derketiye holê, li ser tecrûbeyan wan xwe nûjen kiriye û got, ''Bi ya me 2 artêşên Tirk jî bi ser me de werin em ê wan têk bibin.''
-Ji fermandara YJA Starê Jîndar Çayan diyar kir bê ka çendî li ser teknîka dijmin bûne pispor, çendî serwerî teknîka di dest xwen de ne, vê pêvajoya berxwedanê nîşan daye.
-Susanne Rosslîng ku behsa bandora qedexeya PKK’ê ya li ser Kurdan kirî, got ew hêvî dike protestoya li dijî qedexeyê ya li Berlînê bibe protestoyeke mezin.
-Ehmedê Gula salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir û got PKK ji bo Kurdistanê dîrokeke nû ye.
-Xizmên girtiyan ev bi rojan e li Baroya Amedê ‘’Nobeta Dadê’’ digirin û dixwazin dengê wan were bihîstin.
-Dewleta Elman ji bo ku xweş bi Kurdî dizanî aktivîsta Spanyol Marîa V. Dersînor kir û biryar da ku heta 20 salan nikare were Elmanya.