ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 27'ê Kanûna 2019'an.

Bûyerên dawî yên ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bên şopandin.

Karayilan destnîşan kir ku desthilatdariya Tirk bi rêya hevsengiyan hewl dide li ser piyan bimîne, bi hewldana ji bo tasfiyekirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dixwaze li herêmê serdest be û got, "Eger şer neke, yan jî çareserî pêk were wê ji desthilatdariyê bikevin."

Di ser komkujiya Roboskî re 8 sal derbas bûn ku 34 kes bi balafirên şer hatin qetilkirin û 19 ji wan zarok bûn. Berpirsyarên komkujiyê û yên fermana komkujiyê dan hîn nehatine darizandin. Daxwaza hevpar a malbatên Roboskî edalete.

Heyetek ji KCD û Dayikên Aştiyê bi wesîleya salvegera 8'an a Komkujiya Roboskî çûn gundê Roboskî û bi malbatên qurbaniyan re hevdîtin kir.