ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

MRAP ku tecrîda li Îmraliyê xist rojeva rûniştinên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, bang li Komîteya li dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku tavilê serdana Îmraliyê bike.

Krîza aboriyê weke encamek ji polîtîkayên şer bandorê li her qada jiyanê dike. Nebûna edaletê, polîtîkayên şaş û zordar ên desthilatdariyê dibin sedem ku krîz hîn giran bibe.

Zextên li ser çapemeniya Kurd û sosyalîst, bingeha sansurkirina înternetê ye. Di raproa sansurê de di nava malperên çapemeniya Kurd de yên ku heta sala 2023'an hatin sansurkirin ANF di rêza destpêkê de ye.

Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê diyar kir ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdî divê gelê Kurd li her derê bi Kurdî biaxive û got, "Divê em bi biryardarî xwedî li nasname û zimanê xwe derkevin."

Yek ji gerîlayên ku di sala 1992'an de bi hevkariya PDK û dewleta Tirk şehîd bû Şehîd Aras (Loqman Ebdo) bû. Şehîd Aras yekî welê bû ku bi dil û can ji bo gelê xwe dixebitî, ked dida û bi wêrekiya xwe dihate naskirin.