ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 26'ê Kanûna 2019'an.

Bûyerên dawî yên ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bên şopandin.

KCK: Komkujiya Roboskî wê neyê jibîrkirin. Komkujiyên di dema berxwedana xwerêveberiyê de hatin kirin wê neyên jibîrkirin. Yên ku bi fermana "jin jî bin zarok jî bin wê ya pêwîst bê kirin" jin û zarok qetil kirin wê neyên jibîrkirin.

Amed: Dema ku sala 2019'an bi rengekî rast û xurt bê nirxandin, wê bê dîtin ku şerê azadiyê yê jinan koletiya jinê ku hîmê bingehîn ê şaristaniya serdestiya mêr e red kir û li ber sîstema dewlet û desthilatdariyê rabûn.

Di ser qetilkirina 34 Kurdan ku 19 ji wan zarok bûn û bi balafirên şer ên Tirk hatin qetilkirin 8 sal derbas bûn. Berpirsyar nehatin darizandin. Beriya her tiştî tevî ku yên ferman dan diyar in nehatin darizandin û hewl didin ku komkujiyê binixumînin.

Tundiya li dijî jinê her sal zêde bibe jî di sala 2019'an de jinan qadên grevên birçîbûnê, çalakiyên li dijî şer û nûçegihaniyê neterikandin. Bi mezinkirina têkoşînê dest bi sala 2020'î dikin.

Ji bo gelê Girê Spî ku ji ber êrişên dagirkerî û qirkeriyê yên dewleta Tirk neçar man warê xwe biterikînin, li Til Semenê kampek hate avakirin.