ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2019'AN

26'ê Cotmehê rojevên ku derketin pêş

-Wê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ku li Bakur Rojhilatê Sûriyê û geşedanên pê ve têkildar werin şopandin.

-Wê çalakiyên protestoyî yên di serî de li Ewropayê, li hemû deverên cîhanê li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê werin şopandin.

-Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan Cemîl Amed û Demhat Agît ku li Silêmanî hatin şehîdkirin bi bîr anî û got, ''Bi mîsogerî em ê destûrê nedin ku hişmenî û siyaseta qirker li cîhanê bijî.''

-Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Amedê Zeyat Ceylan diyar kir ku bi êrîşa li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwazin têkoşîna Kurdan bifetisîn in û got, divê em vê firsenda dîrokî binirxînin û yekîtiya xwe ava bikin.

-Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîş bire ser gundê Bab Elxêr, dema êrîşê xisara ku bûyî kete ber kamerayên me..

-Piştî hewldana dagirkeriya Tirk û êrîşên li ser gelê sivîl gelan sonda berxwedanê xwarin.

-Di daxuyaniya hevpar de ya di rojnameya Le Fîgaroyê de, dildarên Fransî ku demekê li nav refên YPG'ê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê li têkoşiyan bang kirin û gotin, ''bila îxanet li Kurdan neyê kirin''.

-Dozgeriya Antî Terorê ya Fransayê (PNAT) cara pêşî li dijî çeteyekî DAÎŞ'ê ku tê texmînkirin hatiye kuştin, bi sûcê ku ''li dijî mirovahiyê sûc kiriye'' biryar da ku lêpirsînê veke.