ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Endamê Komîsyona Karên Derve ya Îtalyayê yê demê, ku di balafira Rûsya-Romayê de bi Abdullah Ocalan re bû siyasetmedarê Îtalyayî Ramon Mantovanî qala rojên Abdullah Ocalan ên li Romayê û pêvajoya ber bi komployê ve kir.

- Çalakiyên Meşa Dirêj ên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bêne şopandin.

- Endama Koordînasyona KJK'ê Çîgdem Dogû anî ziman ku pênaseyên bedewî û estetîka exlaqî ji aliyê sîstemên serdest ve hatine berevajîkirin û got, "Li cihekî eger exlaq hebe li wir azadî, bedewî, nirxên demokratîk, xweşbînî û aştî heye."

- Qeyûmên li Wanê ji bo Kongreya 7'emîn a AKP'ê ji budçeya şaredariyê 300 hezar TL xerc kirin. Bi 10 hezar lîreyî balonên bi logoya AKP'ê amade kirin.

- Salîh Muslim anî ziman ku dewleta Tirk li Asya Navîn xwedî li DAÎŞ'ê derdikeve û got, "Bêdengiya li hemberî têkiliyên DAÎŞ'ê û Tirkiyeyê tê wateya lîstina bi agir. Ne diyar e bê agir li ku derê kengî bişewitîne. Divê sînorek ji Tirkiyeyê re bê danîn."