ROJEVA 25‘Ê MIJDARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Çalakiyên bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî tên lidarxistin, wê werin şopandin.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Çalakiyên xizmên windayan ên li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê tên lidarxistin, wê werin şopandin.
- Hevseroka MSD'ê Emîne Omer da zanîn ku azadiya jinê bi yekîtî û hevgirtinê ve girêdayî ye û bang li jinan kir ku li dijî zîhniyeta baviksalarî têbikoşin.
- Gerîlaya YJA Starê Agirî Tolhildan anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêviya gelên bindest e û PKK temînata azadiyê ye.
- Endama Kordînasyona Kongreya Star a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Fehîma Hemo destnîşan kir ku rola Kongreya Star têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ye û got: “Tundiya li ser jinê tê wateya tundiya li ser tevahî civakê.”
- Hevseroka Şaxa TÛAY-DER'ê ya Amedê Hatîce Guneş diyar kir ku girtiyên nexweş li girtîgehan di bin şert û mercên nemirovane de tên ragirtin û terkî mirinê tên kirin.
- Li Rojava di salên ewil de yek ji malên ku salvegera damezrandina PKK’ê lê dihat pîrozkirin jî mala Bavê Melek bû. Dayika Cemîle bal kişand pîrozbahiyên niha û got: “Helbet em heta ku hatin vir me bedelên mezin dan.“
Endama Rêveberiya Meclîsa Jinan a PYD’ê Sureye Mûstafa got, “Jin li Rojavayê Kurdistanê pêşeng in, lê li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin her roj tên kuştin.”