ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Ji parêzerên OHD'ê Elîf Taşdogen anî ziman ku hikumeta Tirk li Îmraliyê li gorî qanûnên xwe tevnagere û bi binpêkirina peymanên navneteweyî sûc dike.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên şermezarkirinê yên li hemberî êrîşan wê bêne şopandin.

- Qebîleya Cibûr û Eşîra Bergara yên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin ku ew bi QSD'ê re ne û wê li ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabin. Her wiha ji bo têkoşîna hevpar bang li eşîrên din ên li herêmê kirin.

- Çalakiyên ku wê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê bêne lidarxistin, werin şopandin.

- Parlamentera HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr bal kişand ser berxwedana jinan a li Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê û got, têkoşîna dîrokî ya jinên Kurd rê nîşanî tevahiya cîhanê dide.

- Lolita Chavez şerê qirêj ê li Kurdistanê şermezar kir û got, "Mirovahî divê ji bo Kurdistanê daxwaza edaletê bike. Eger Kurdistan ne azad be, ti gel wê azad nebe."

- Bedran Çiya Kurd destnîşan kir ku dewleta Tirk wê li hemberî berxwedana wan bi rengekî dîrokî têk biçe û got, "Ev rejîma faşîst a ku hewl dide li ser xwîna gelê me li ser desthilatdariyê bimîne, divê baş zanibe ku wê şensê wan tune be."