ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 25'ê Kanûna 2019'an.

Bûyerên dawî yên ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bên şopandin.

Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn destnîşan kir ku sîstema li Îmraliyê ji destpêkê ve sîstemeke cuda ye û got, pêkanîneke ku li dijî hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê û peymanên navneteweyî ye.

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan diyar kir ku di sala 2019'an de jî hatiye dîtin ku destketî bi berxwedanê tên afirandin. Erzîncan got, "Em dest bi saleke welê dikin ku zor û zehmetiyên xwe hebin jî ji bo jinan saleke xwedî derfetên serketinê ye."

Erdogan bi "Pîrî Reîs" gelekî pesnê xwe dida û îdîa dikir ku "yekemîn keştiya binê avê ya milî" ye. Lê belê eşkere bû ku ew keştî jî ji aliyê şîrketa Elman TKMS ve hatiye ava kirin û malzemeyên wê ji Elmanyayê hatine wergirtin, li Tirkiyeyê bi hev ve hatine kirin.