ROJEVA 25'Ê HEZÎRANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 25'ê Hezîrana 2019'an.

- 'Nobeda azadî ji Ocalan re' ku çalakiya herî demdirêj a bênavber a gelê Kurd û dinyayê ye, dikeve sala 8'an. Çalakî bi komên ji welatên cuda yên Ewropayê 2 hezar 556 roj in bênavber didome.

- Osman Ehmed ku di tevahiya şerê Kobanê de bû, dema ku DAÎŞ'ê 25'ê Hezîrana 2015'an komkujî li Kobanê kir çar kes ji malbata wî jiyana xwe ji dest dan. Diyar kir, "Eger îro jiyan li me vegeriya be ev yek bi saya wê ye ku wan canê xwe yê hêja feda kirin."

- Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk diyar kir, ku her kêliya 20 salên dîlgirtina Ocalan êşkence ye û got, "Sozdayin êdî têrê nake, divê şert û mercên esaretê ji holê bên rakirin."

- Li Ewropayê ku germeke zêde heye, li hin welatan piştî dehan salan cara yekemîn e ku meha Hezîranê wê bi vî rengî germ be. Hişyarî tê dayin ku extiyar, nexweş û zarok di nava metirsiyê de ne.