ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2024'AN

Sernavên ji rojeva sereke ya Kurdistan û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît destnîşan kir ku divê biryara Konseya Ewropayê ti carî neyê qebûlkirin ku dem daye Tirkiyeyê û got, "Pêwîste em li her qadê têkoşîna xwe bigihînin asta herî bilind."

Ji Fermandarên Biryargha Navendî ya HPG'ê Hakî Armanc anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker ji gerîlayên li Bakurê Kurdistanê ditirse, lewma timî operasyonan dike û got, artêşa Tirk windahiyên cidî dide.

Şehît Gernas jiyana xwe ji têkoşîna azadiyê ya Kurd re kir feda; bi dilnizmî, sadebûn û welatparêziya xwe bû mînak. Di sala 1992'an de ji aliyê PDK û dewleta Tirk ve hate şehîdxistin.

Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sûltan Yaray işaret bi xweranegirtina dewletê ya li çand û zimanê Kurd kir û destnîşan kir ku zextên têne kirin ji tecrîda li Îmraliyê ne cuda ne.

Xebatkarê MED-DER'ê Mehmet Asena anî ziman ku serdegirtina li MED-DEER û Payîz Pirtûkê parçeyek ji polîtîkaya şerê taybet e û destnîşan kir ku li gel zext û binçavkirinê jî ew ê ji bo zimanê Kurd li ber xwe bidin.

Li gel êrîş û dagirkeriyê Rêveberiya Xweser xwedî pirsgirêkên tenduristî, perwerde, aborî û rêveberiyê ye. Divê demê baş bi kar bîne û hîn bi bandor û bi lez bikeve nava liv û tevgerê. Nivîsa Zekî Bedran.

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku di hilbijartinên Başûrê Kurdistanê de 2 rê li pêşiya gelê Başûr hene û got: “Yan wê li hemberî vê xeta xiyanetê raperînê bike. Yan jî vê xeta xiyanetê hilweşîne û xwe jê azad bike.”