ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Fermandarê Biryargeha NPG'ê Mûrat Karayilan got, pêngava şoreşgerî ya ku bi çalakiya Enqereyê destpê kir û bi çalakiya Girê Amediyê gihîşt asta bilind, têkçûna 'Plana Têkbirinê' ya rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê raxist pêş çavan.

- Li sergoyê Xîzanê di sala 2011'an de goreke komî hatibû tespîtkirin. Eşkere bû ku gilêş li ser gora komî tê rijandin. Ev rewş bû cihê nerazîbûnan.

- Desthilatdariya AKP-MHP'ê di nava 9 mehên dawî de 10 hezar û 832 'hilbijêr' li Colemêrg û navçeyê wê qeyd kir. Rojên dawî jî cerdevan û AKP'iyên li gundan, her wiha hêzên dewletê qeyda xwe derbasî navenda bajêr kirin.

- Hate ragihandin ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di navbera salên 2002-2022'an de 65 hezar û 545 kesan dawî li jiyana xwe anîne. Civaknas Alî Erol got, "Xwekuştina ji ber xizaniyê divê weke cînayetê bê pênasekirin."

- Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê berê yê Misrê Şerîf Şahîn û siyasetmedar Taha Elî destnîşan kirin ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê êrîşeke qirkirinê ye.

- Alîkarê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr destnîşan kir ku tecrîda giran a li Îmraliyê êşkenceyeke bi rêk û pêk e û got, qanûn û peyman li aliyekî hatine danîn.