ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2018
Rojeva Navenda Nûçeyan a 25'ê Çileya 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 25'ê Çileya 2018'an.
- Çalakiyên têkildarî ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bê şopandin.
- Bûyer û operasyonên li dijî DAIŞ’ê yên li Bakurê Sûriyeyê diqewimin wê bê şopandin.-
- Raperînên gel ên li Rojhilat û Îranê wê bên şopandin.
- Bûyer û êrîşên artêşa Tirk ên li ser sînorê Efrînê bê şopandin.
- Komîteya Xwedîderketina li Efrînê ya Ewropayê: DYA, Rûsya û welatên Ewropayê hevparê vî sûcê li dijî gelên Rojava ne. Dewletên emperyalîst divê tavilê dawî li hesab, lîstik û siyasetên xwe yên qirêj ên li ser paşeroja gelên me bîne.
- Efrîniyên ku bi rojan e dewleta Tirk êrîşî wan dike gotin, "Em ê mal, gund, cih û warê xwe neterikînin."
- Sendîkaya UNISON ku bi milyonan kedkarên cemaweriyê yên li Îngilîstanê temsîl dike, ji ber êrîşên li ser Efrînê hişyarî da dewleta Tirk û xwest, destûr neyê dayin ku çekên Îngilîz li dijî Kurdan werin bikaranîn.
- Berdevka YPJ'ê Nesrîn Ebdullah, êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê, rola hêzên navneteweyî û berxwedana serdemê ji ajansa me re nirxand.