ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2020'Î
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ji ANF'ê re axivî.
Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Rustem Dilşad kampanya "Em ê faşîzmê hilweşînin, azadiyê bi dest bixin" nirxand.
Piştperdeya biryara 26'ê Mijdara 1993'an -1: Piştî hevdîtinên berfireh ên navbera Enqere-Washîngton-London-Bonnê, dewleta Elman di 26'ê Mijdara 1993'an de biryar da ku karên PKK'ê qedexe bike. Rêveberiya Tirk a bi serokwezîrtiya Çîller ku piştgirî ji hêzên rojavayî digirt, asta şerê li dijî Kurdan bilind kir.
Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê, me fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser meseleya jinê, ji parêznameyên bi navê "Parastina gelekî" û "Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê" kom kir.
Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan diyar kir ku sîstem destketiyên jinan tune dike, bi vî rengî dibe sedema komkujiyan û got, "Jinên ku ala Xwişkên Mîrabel wergirtin, ji bo jiyaneke wekhev wê careke din dakevin qadan."
Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê ragihand ku sewqiyata 10 hezar leşkerî ya hikumeta Iraqê ber bi Şengalê weke "fermaneke nû" dibînin û bang li Kurdan kir ku li her devera lê ne 26'ê Mijdarê dakevin qadan.
Rojnameya Oûest-France cih da êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û sewqiyata PDK'ê, her wiha zextên wan ên li ser gel.