ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 24'ê Kanûna 2019'an.

Bûyerên dawî yên ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bên şopandin.

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan destnîşan kir, ku jin bi bendemayin an jî tenê bi nerazîbûnê nikarin rizgar bibinn. Erzîncan got, jin tenê bi afirandina alternatîfê dikarin rizgar bibin.

Rojavayê Kurdistanê bi dîroka xwe ya dewlemend, danheviya xwe ya çandî, rewşa civakî û xaka xwe ya berhemdar timî bû hedefa êrişên mêtinger û dagirkeran. Çanda El ûbeyd a Mezopotamya Jêrîn di navbera salên Beriya Zayînê 5 hezar û 4 hezar salî de bi rêya xanedanî û koloniyan bandor li herêmê kir.

Jin ên endamên TJK'ê ku nobedarên vê hefteyê yên çalakiya nobedê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê ne ragihandin ku wê dîlgirtina Ocalan ti carî qebûl nekin û bang li saziyên Ewropayê kirin ku bêdeng nemînin.

Şervanê YPG'ê Erîk Scûrfîel ku ji Îngilistanê tevlî nava refên YPG'ê bû di 2'ê Adara 2015'an de şehîd bû. Malbata Scûrfîel ji Serokwezîr Borîs Johnson re nameyek şand û jê xwest ku li dijî qirkerî, dagirkerî û sûcên şer ên dewleta Tirk gavên bi biryar biavêje.

Gulistan Ezîz ragihand, ku ew serbilinde ji ber ku keça wê Dilvîn li Serêkaniyê di berxwedana dijî dagirkeriya Tirk de şehîd bû û got, wezîfeya wê ye ku hêjayî keça xwe be.