ROJEVA 24'Ê HEZÎRANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 24'ê Hezîrana 2019'an.

- Stratejiya Kurdan a ji bo têkbirina desthilatdariya AKP-MHP'ê li Stenbolê careke din bi ser ket. Êdî rewatî û hêza rêvebirinê ya desthilatdariyê nîne. Ji bo hêzên demokrasiyê jî serdemeke bi hêvî, lê zehmet dest pê dike.

- Dr. Abdulqanî Şiwêş ku sala 1990'î serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir got, "Di hevdîtineke du saetan de ya bi Rêber Apo re mîna ku bûm xwedî xezîneyekê. Kesekî dilnizm û bi êşên gel û herêmê zane gelek tişt hînî me kir."