ROJEVA 24'Ê ADARA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo wê bêne şopandin.

Ji Fermandarên YJA Starê Peyman Amed anî ziman ku hem ji aliyê têkoşînê hem jî ji aliyê siyasî ve Newroza îsal wateya xwe gelekî cuda bû û got, "Gelê Kurd daket qadan û careke din ispat kir ku gelê Newrozê ye."

Kîvî Dostkî got, pêvajoya ku Rêber Apo bi wergirtina nêrîna hemû partiyên Kurdan da destpêkirin dîrokî ye û destnîşan kir ku wezîfeya neteweyî ye ku partiyên Başûr hemû piştgiriyê bidin vê bangê.

Îlham Ehmed anî ziman ku Konferansa Jinê ya Neteweyî ya Kurd a Rojava zemînek pêşkêşî Konferansa Neteweyî ya Kurd a Rojava kiriye û got, di navbera partiyên siyasî yên Kurd ên li Rojava de wê tifaqek bê ragihandin.

Bûyerên piştî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû wê bêne şopandin.

Romana biyografîk a li ser jiyana yek ji pêşengên tevgera jinên Kurd Fîlîz Yerlîkaya (Gulan) ku ji aliyê rojnamevaya Newaya Jin ve hate amadekirin, bi navê 'Her Demsal Gulan' li Weşanxaneya Meymanê hate weşandin.