ROJEVA 24'Ê ADARA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 24'ê Adara 2020'an.

Serokê Odeya Tabîban a Wan-Colemêrgê Ozgur Deger û Serokê Odeya Tabîban a Bedlîsê Osman Fatîh Şanli gotin, girtiyên ku pergala wan a parastina bedenê lawaz e, divê tavilê bên berdan.

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz li ber desteserkirina şaredariyên HDP'î rabû û got, "Dinya jî xera bibe AKP dijminatiyê li Kurdan dike."

Neteweyên Yekbûyî hişyarî da; ji ber ku dewleta Tirk û komên wê yên çete av li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê birîn rîskek giran a şewbê heye.

Koordînasyona Heskîfê diyar kir, ji ber şewba vîrûsa koronayê li cîhanê dest ji gelek projeyên hilweşîner hatiye berdan û xwest, biryarên Bendava Ilisûyê, HES û qeyûman bên betalkirin.

Tê texmînkirin ku li Brîtanyayê, polîtîkayên hikumetê yên li dijî şewba Covîd-19 xistiye meriyetê wê heta dawiya salê bibin sedema mirina 70 hezar kesî.

Krîza ku ji ber vîrûsa Covîd-19 di nava aboriya cîhanê de dest pê kir, tê gotin ku wê ji krîza global a salên 2008-2009'an mezintir be.

Lawazbûna aboriyê û bandora mirovan a li ser avhewayê, kir ku kalîteya hewayê bi rengeşî şênber baş bibe.

Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku cîhan li dijî vîrûsa koronayê ku gefên mezin li mirovahiyê dixwe, li bergiriyên cuda yên têkoşînê digerin, lê AKP li Kurdistanê dijminatiya li dijî Kurdan berdewam dike.