Jinên Kurd: Em hêmana esasî ya vê pêvajoyê ne!
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd konferansa xwe ya 3'yemîn lidar xist. Jinên beşdarî konferansê bûn gotin, "Yekîtî nebe nabe. Di pêvajoya aştî û jinûve avabûnê de em hêmanên rasteqîn in."
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd konferansa xwe ya 3'yemîn lidar xist. Jinên beşdarî konferansê bûn gotin, "Yekîtî nebe nabe. Di pêvajoya aştî û jinûve avabûnê de em hêmanên rasteqîn in."
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd bi dirûşma 'Bi yekîtiya jinên Kurd ber bi yekîtiya neteweyî ve' li Amedê konferansa xwe ya 3'yemîn li salona Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) lidar xist. Ji Kurdistanê û Tirkiyeyê bi dehan jin tevlî konfeansê bûn. Di konferansê de bûyerên siyasî yên dawî û pirsgirêkên heyî hatin nirxandin, rola jinan a di pêvajoya jinûve avakirinê de hate nîqaşkirin. Jinên ku beşdarî konferansê bûn anîn ziman ku yekîtiya nava jinên Kurd nebe nabe û li ser pêvajoyê nêrîna xwe anîn ziman.
Ji Rêveberiya Bajarê Amedê ya Partiya Însan û Azadiyê (PIA) Banû Ay têkildarî pêvajoya aştiyê ya li Kurdistanê, rola civakî ya jinan û parastina mîrateya çandî daxuyaniyên girîng da. Banû Ay destnîşan kir ku di pêvajoya veguherîna civakî û aştiyê de rola jinan wê diyarker be û got, "Di vê pêvajoyê de em naxwazin bibin dilopek, em dixwazin bibin deryayek."
DI VÊ PÊVAJOYÊ DE JIN LI REFÊN HERÎ PÊŞ IN
Banû Ay li ser karên Platforma Jinên Kurd agahî da û diyar kir ku jin hem ji aliyê çandî hem jî ji aliyê siyasî ve divê hîn bêhtir li pêş bin. Banû Ay anî ziman ku jinên Kurd di herikîna dîrokê de êşên gelekî giran kişandin, ji ber vê êşê hîn bêhtir berxwedêr û zane bûn. Banû Ay destnîşan kir ku bi taybetî êşa ji ber windakirina zarokên xwe dilsoziya jinan a bi aştiyê re xurt kir û diyar kir ku divê aştî bi pêşengiya jinan ava bibe: "Jinan sedan sal in berdêlên giran dan. Em dixwazin êdî dawî li vê êşê û barîna rondikên çavan bê. Tevkariya jinan a li pêvajoya aştiyê sembolîk nîne, divê çêker û rêveber be. Ji bo parastina çand, ziman û kevneşopiya Kurdan parçeyek ji vê pêvajoyê ye. Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e, jin di vê têkoşînê de divê li refên herî pêş bin."
JI BO KURDISTANÊ DIVÊ EM BI HEV RE TEVBIGERIN
Banû Ay ragihand ku jinên ji nêrînên cuda yên siyasî di bin sîwana Kurdistanê de dikarin li hev kom bibin û got, "Cudahiya me ya siyasî dibe ku hebe. Lê belê ji bo yekîtiya Kurdistanê divê em hemfikir bin, bi hev re tevbigerin. Di nava helwesteke çêker û hevgirtî de bin. Em ya ji destê me tê dikin. Di aştiyê de em naxwazin bibin fîguran, em dixwazin bibin hêmana rasteqîn. Li ku derê veguherînek hebe divê em jin li wê derê li refên herî pêş bin."
Endama Komeleya Dema Jinê Esra Kahraman bal kişand ser rola jinên Kurd a di pêvajoya aştiyê de û têkoşîna li hemberî şerê ku li Rojhilata Navîn li jinan ferz dike, nirxand. Esra Kahraman destnîşan kir ku jinên Kurd hem ji bo yekîtiya neteweyî hem jî ji bo aştiyeke mayinde di kar de bi rola pêşengiyê radibin.
Esra Kahraman li ser girîngiya konferansê got, "Li Rojhilata Navîn şerek diqewime ku nav lê nehatiye kirin û ev şer herî zêde bandorê li jinan dike Ji ber vê yekê jî jin ne tenê daxwaza aştiyê dikin, her wiha em di avakirina vê aştiyê de bi roleke çalak radibin."
JINÊN KURD PÊŞENGÊN AŞTIYÊ NE
Esra Kahraman diyar kir ku konferans wê li çar parçeyên Kurdistanê bi hevdemî dewam bike û dixwazin di dawiya vê pêvajoyê de jî bi konferanseke hevpar re platformekê ava bikin ku têkoşîna aştiyê ya herêmî ya jinan xurt bike. Esra Kahraman destnîşan kir ku ev platform wê ne tenê ji bo aştiyê kar bike, di heman demê de wê li dijî tundiyê û qirkirina çandî jî têbikoşe.
Esra Kahraman di dawiya axaftina xwe de got, "Avakirina aştiyê ne tenê tê wateya bêdengkirina çekan. Têkoşîna li hemberî tundî, qirkirina çandî û newekheviyê jî parçeyek ji têkoşîna aştiyê ye. Lewma tevlîbûna jinan a li vê pêvajoyê mecbûriyeteke exlaqî û siyasî ye. Jinên Kurd ne tenê piştevanên aştiyê ne, di heman demê de pêşeng in."
Jinên Kurd ku li hemberî şerê li Rojhilata Navîn daxwazên xwe yên ji bo aştî û wekheviyê bilind kirin, bi konferansê re ragihandin ku wê careke din bibin pêşengên veguherîna civakî.
Endamên Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) Dîba Keskîn û Dîlan Aydinn li konferansê axivîn û destnîşan kirin ku jin aştiyê hildigirin, hêmana çareseriyê ne.
JINÊN KURD BI SALAN E DI NAVA TÊKOŞÎNÊ DE NE
Dîba Keskîn işaret bi girîngiya têkoşîna jinan kir û anî ziman ku veguherîna li Rojhilata Navîn û ev pêvajo bi sîstema şerê serwer dimeşe. Dîba Keskîn got, "Li Rojhilata Navîn guherînên cidî dibin. 9 roj in bi destê mêran şerekî mezin tê kirin. Di avakirina jiyana nû de divê gelê Kurd bi taybetî jî jinên Kurd bi fikir û tecrûbeyên xwe tevlî vê pêvajoyê bibe. Civîna Îro jî parçeyek ji vê pêvajoyê ye. Jinên Kurd çil sal in di nava têkoşînê de ne. Ev têkoşîn îro gihîştiye asteke gelekî xurt. Jinên Kurd xwedî tecrûbe, gotin û hêza çareseriyê ya xurt in. Ji bo bibe parçeyek ji pêvajoya nû em bi fikir, dirûşm û pêşniyarên xwe yên çareseriyê li vê derê ne. Ji ber ku li vî warî jinan barê herî giran ê şer hilgirtin."
Dîba Keskîn got, "Ji bo ev êş bi dawî bibin em jin aştiyê dixwazin" û destnîşan kir ku jin ne tenê daxwaza aştiyê dikin, her wiha dibin hêmana avakirina aştiyê.
Dîlan Aydin jî işaret bi girîngiya konferansê kir û ragihand ku ev lihevkombûn ne tenê zemîneke nîqaşê ye, qadeke ji bo hilberîna çareseriya pratîkî ya paşerojê ye. Dîlan Aydin got, "Jina bi xwe qadeke têkoşînê ya berfireh e, di nava vê giraniyê de em bi şer re rû bi rû ne. Di nava vî şerî de em îro li ser aştiyê, paşerojê û rola jinan diaxivin."
EM DIXWAZIN ÇARESERIYÊ BIAFIRÎNIN
Dîlan Aydin ragihand ku ji gelek bajaran jin tevlî konfearnsê bûn, ev yek cihê hêviyê ye û got, "Li vê derê em ne tenê li ser pirsgirêkên xwe, li ser pirsgirêkên bi milyonan jinan diaxivin. Bi taybetî polîtîkayên şer, tundî û newekheviyê dinirxînin. Bi vê konferansê re em dixwazin hîn bi pêş ve biçin, çareseriyên şênber hilberînin. Jin bi vê konferansê re ne tenê pirsirêkên xwe teşhîs dikin, her wiha ji bo çareseriyê li hev kom dibin, li ser bingeha yekîtî û aqlê hevpar de îradeya tevlîbûna li pêvajoya aştiyê destnîşan dike."