ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Li Dêrazorê, piştî ku ji aliyê QSD'ê ve 2019'an hate rizgarkirin ji saziyên jinan heta bi şaredarî, komun, meclîs û rêxistinên civakî yên sivîl gelek sazî hatin avakirin. Rêxistinên Civakî yên Sivîl ên ji aliyê TEV-DEM'ê ve hatin avakirin, yek ji wan e.

Hevserokê KNK'ê Zeyneb Mûrad anî ziman ku li her qadê êrîş li ser xaka Kurdistanê têne kirin û got, "Karesateke gelekî mezin e ku zarokên Kurd li ser xaka Kurdistanê têne qetilkirin."

Endamê Komîsyona Girtîgehan a OHD'ê Yûsûf Çakaş got, Saziya Çavdêrî û Îdareyê mîna rêveberiya awarte, Dadgehên Ewlekariya Dewletê dixebite.