ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 24'ê Îlona 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 24'ê Îlona 2019'an.
Çalakiyên li dijî qeyûman pêk tên wê werin şopandin.
Tirkiyeyê di demên dawî de berê koçberan da Yewnanîstanê. Yekîtiya Ewropayê jî hefteyên dawî civînên ji bo parvekirina penaberan zêde kir ku bi vê yekê re tê xwestin, xwe ji pêleke gengaz a koçberan re amade bike.
Nobedarên vê hefteyê yên çalakiya 'Azadî ji Ocalan re' jinên Kurd ên li Ewropayê ne.
Pisporê Tirkiyeyê Elke Dangeleit diyar kir, ku plana Erdogan a ji bo bicihkirina penaberan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca paqijiya etnîkî ye û hişyar kir, ku di rewşeke wiha de wê Kurd û gelên din li herêmên xwe bibin penaber.
Li dijî komkujiyên ku dewleta Tirk dike wê KOMAW Şemiyê çalakiyê bike. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em bi hev re ji aştiyê re bêjin 'erê', ji şer re bêjin 'na'."