ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2021'Ê

Çend ji sernûçeyên rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Greva birçîbûnê ya bêdemg-dorveger wê bê şopandin ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo bidawîkirina binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan tê lidarxistin.

Parêzer Dakali diyar kir, desthilatdariya ku piştgiriya gel winda kiriye, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şidandiye û ji bo bidawîkirina tecrîdê xwest, daxwazên girtiyan ên di greva birçîbûnê de ne, bi cih bên anîn.

Ferman Botan qala endamê Fermandariya Eyaleta Heftanînê Bargiran Erkendî kir ku di 20'ê Tebaxa 2020'î de di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû. Botan got, "Heval Bargiran fermandarê berxwedana Heftanînê bû."

Serokê PÎA yê bajarê Wanê Munîs Mavîş diyar kir ku ji ber partiyeke Kurd in serlêdana wan 2 sal in nehatiye qebûlkirin û got, "Eger em ne partiya Kurd bûna ev pirsgirêk nedihat serê me."

Dewleta Tirk ku ji bo Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi Moskowa-Şamê de dide û distîne û di navbera Bexda û Hewlêrê de diçe û tê, di heman demê de hewl dide rêveberiya nû ya DYE'yê jî test bike.

Ji xelkên xecihî Roanî ku sembola parêzvanên daristanên Amazonê ye, ji ber sûcê li dijî mirovahiyê li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî giliyê Serokdewletê Brezîlyayê Jaîr Bolsonaro kir.